Êrîşên Îsraîlê: 13 mirî
Artêşa Îsraîlê amadekariyan ji bo operasyoneke nû ya bejahî ya ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê dike. Di demeke bi vî rengî de êrîşên hewayî zêde bûn.
Artêşa Îsraîlê amadekariyan ji bo operasyoneke nû ya bejahî ya ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê dike. Di demeke bi vî rengî de êrîşên hewayî zêde bûn.
Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku di bombardûmana Îsraîlê ya bi şev de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Parastina Sivîl, hêzên hewayî yên Îsraîlê êrîş birin ser qatê herî jor ê apartmaneke li başûrrojavayê bajêr û di encamê de 10 kes hatin kuştin. Her wiha di êrîşeke bi helîkopteran de ya li ser daîreyeke li rojavayê Xezeyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gel vê yekê bi armanca dagirkirina bajarê Xezeyê, artêşa Îsraîlê di çarçoveya operasyona 'Tankên Gedeon II' de bang li 40 hezar leşkerên cihgir kir ku wezîfeyê bikin. Hate ragihandin ku piraniya kesên ku artêşê di çarçoveya seferberiya lezgîn de bang li wan kir wê ji îro û pê ve teslîmî yekîneyên xwe bibin.
Neteweyên Yekbûyî dawiya meha Tebaxê ragihand ku li bajarê Xezeyê û derdora wê ku nêzî milyonek mirov lê ne bi fermî rewşa xelayê heye.
Di şer de ku 7'ê Cotmeha 2023'an bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, piraniya wan sivîl 1.219 Îsraîlî hatibin kuştin.
Ji hingî ve êrîşên Îsraîlê dewam dikin û li Xezeyê piraniya wan sivîl herî kêm 63 hezar û 557 kes hatin kuştin.